Hikûmeta serxwebûnxwaz a Katalonyayê hat avakirin

.

Hikûmeta nû ya rêveberiya xweser a Katalonyayê ku dikeve rojhilatê Îspanyayê, bi beşdariya du partiyên serxwebûnxwaz hat avakirin.

Serokê Partiya Komarîparêz a Katalonyayê (ERC) Pere Aragones ê 38 salî ku partiya wî di hilbijartinên 14ê Sibatê de serkeftin bi dest xistibû, hikûmeta nû ya Katalonyayê ava kir û bû serokê Katalonyayê.

Partiya Yekîtiya Gel jî wekî hevpeymana hikûmetê ji derve piştgirî da partiya ERCê û hikûmetê bi vî awayî ji parlamenê bawerî stand.

Aragones piştî avakirina hikûmeta 132yemîn a Herêma Xweser a Katalonyayê, ragihand ku wê karê wan ê sereke xebata ji bo cudabûna ji Îspanyayê be.
 

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend