Hikûmeta Misrê derheqê Tirkiye û rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek da!

Hikûmeta Misrê derheqê Tirkiye û rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek da!

 Hikûmeta Misrê nerazîbûna xwe li hemberî hebûna artêşa Tirkiye û destwerdana karên navxweyî yên Sûriyeyê nîşan da. Her wiha bertek nîşanî gûherîna demografiya rojavayê Kurdistanê da.

Wezîrê karên derve yê Misrê Sameh Şukrî di civîna wezîran de, "xema xwe ya kûr" derbarê destewerdana Tirkiyeyê di karên navxweyî yên Sûriyê de anî ziman.

Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Misirê Ehmed Hafiz ragihand ku wezîrê derve yê Misirê ragihand ku "Hebûna artêşa Tirkiye li Sûriyê ne tenê ji bo Sûriyê xetere ye, lê belê zirarê dide tevahiya navçeyê. Ji ber vê yekê nabe ku bi pilana pêşxistina tundûtûjiyê û diyardeya veguhastina çekdaran were paşgûhxistin. Her wiha nabe terorîstên biyanî bînin navçeyê."

Hat diyarkirin ku Misr, piştevaniya komîteya destûrî ya Sûriyeyê dike û dê li dijî hewlên gûherîna demografiyê a li 'Bakûrê Sûriye' (rojavayê Kurdistanê) bixebite.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê