Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist

.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Federal a Iraqê, bi awayekî yekalî û li dijî rêkeftinên berê, destkarî di encamên Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên de kiriye û rêjeya nifûsa Herêmê kêm kiriye. Ev pêngav wek metirsiyeke rasterast li ser pişka Kurdistanê ya di bûdceya 2027an de tê nirxandin.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 29ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê de aşkere kir, Hikûmeta Federal a Iraqê biryarên Encûmena Wezîran û rêkeftinên pêşwext binpê kirine û bi rengekî yekalî serederî bi encamên serjimêriya giştî re kiriye, ku di 20ê Mijdara 2024an de hatibû lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, binpêkirina herî berbiçav a ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye kirin ew e ku rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji %14.14 daxistine %12.68an.

Fermangeha Medya û Zanyariyê hişyarî da ku ev guhertin û destkarîkirina encaman, dibe sedema metirsiyeke rasterast û giran li ser mafên darayî û pişka Herêma Kurdistanê ya di qanûna bûdceya giştî ya federal a sala 2027an de.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir