Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Zanîngeha Morsiyayê peymaneka stratejîk îmze kir

.

Têkiliyên akademîk û zanistî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de derbaz dibin qonaxeka nû, ev jî piştî ku Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di îmzekirina yadaşteka hevfêmkrinê de bi yek ji zanîngehên herî navdar ên Spanyayê re serketî bû, ku derfetên xwendina bilind ji bo xwendekarên Kurd misoger dike.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Medrîdê îro (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) bi piştgiriya Nivîsîngeha Têkiliyên Derve re yadaşteka hevfêmkirinê ya girîng bi Zanîngeha Morsiya re îmze kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê Darewan Hecî Hamid amaje da ku, ev pêngav destkeftiyeka mezin a dîplomatîk e, ji ber ku Zanîngeha Morsiyayê li Spanya û Ewropayê pêgeheka bihêz heye.

Li gorî naveroka wê peymanê, têkiliyên Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê û Spanyayê derbaz dibin asteka bilindtir û derfet tê temamkirin da ku xwendekarên Kurd bikarin kursiyên xwendina bilind li wê zanîngehê bistînin.

Nûnertiya Hikûmetê tekez jî kir ku Spanya xwedî pergaleka vekolanê ya pêşkeftî ye, ku tê de dahênanên zanistî rasterast bi sektorên giştî û taybet ve tên têkilkirin, ji ber vê yekê veguheztina vê ezmûnê ji bo Kurdistanê dê pir bikêr be.

Girîngiya vê yadaştê ew e ku Zanîngeha Mursiyayê yek ji navendên akademîk ên herî berçav ên Ewropayê ye. Îmzekirina vê yadaştê encama hejmareka bizavên dîplomatîk ên cidî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina baweriya wê zanîngehê bû.

Ev pareka stratejiya dîplomasiya akademîk e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cih tîne, ji bo vekirina deriyên zanîngehên navneteweyî ji bo ciwan û vekolerên Kurd da ku ji derfetên xwendin û vekolanê yên li welatên pêşketî feydeyî werbigirin.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike