Hikûmeta Afganistanê û Talîban Cara Pêşî Peymaneke Nivîskî Îmza Dikin

.

Hikûmeta Afganistanê û nûnerên Talîbanê dîyar kirin ku wan bo domandina hevdîtinên aştîyê pêşpeymanek îmza kiriye.

Her du alîyên ku 19 sal in şer dikin bi vî awayî cara pêşî peymaneke nivîskî îmza kirin.

Ew pêşpeymana ku wek nexşerêyeke qonaxa pêşî tê dîtin rê li ber her du alîyan vedike ku ser mijarên cidî danûstandinan bikin.

Endamê şandeya hikûmeta Afganistanê Nadir Nadirî ji Reutersê re dîyar kir ku wan şiklê dawî yê proseduran hazir kiriye û ew dê danûstandinan êdî ser rojevê çêkin.

Talîbanê jî Twitterê piştrast kir ku wan pêşpeyman îmza kiriye.

Her du alîyan ragihand ku wan bo danûstandinên aştîyê komîsyoneke hevpar ya xebatê jî ava kiriye.

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad jî dîyar kir ku her du alîyan ser nexşerêya sîyasî û danûstandinên bo agirbesteke berfireh peymaneke sê rûpelî îmza kiriye.

Hûrgilîyên peymanê nehat eşkere kirin, lê Xelîlzad got ku ew peyman nîşan dide ku her du alî dikarin ser mijarên dijwar li hev bikin.

Ew lihevkirin bi hewildanên Amerîka li Doha ya paytexta Qatarê, piştî danûstandinên bi mehan çêbû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê