Hicrî: ”Em dixwazin bi beşdarbûna xelkê serhildan çêbibe!"

Me amadeyiya pêşmergeyan di Kurdistanê de zêde kirye û xelk jî bi wan re ne

Di 27ê Tebaxê de semînara Kongireya Neteweyên Îrana Federal, li jêr navê rewşa Rojhilata Navîn û pêşeroja Îranê di bajarê Frankfurta Almanyayê çêbû.

Di semînarê de, Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ, Şehryar Ahî, Yasîn Ehwazî, Nasir Belîdeyî, di warê guherînkariyên navçe, Îran û rola neteweyên bin zulmê, di pêşeroja siyasî ya Îranê de axaftin 

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistafa Hicrî di axaftina xwe de got; “Komara Îslamî tenê di hemberî hêz û quwetê gav paş ve davêje, lewra divê em bibin hêza bibandor. Bo mînak di dema şerê Îran û Îraqê de, Komara Îslamî dema ku lawaz bû, biryara agirbesê qebûl kir.

PDKÎ du sal berî niha gihaye vê encamê ku bibe hêza bibandor, ne tenê ji bo xwe, ji bo tewahiya neteweya Kurd û hemû azadîxwazan. Me amadeyiya pêşmergeyan di Kurdistanê de zêde kirye  û xelk jî bi wan re ne, û dibe xelk alîkar bin da ku em bikarin azad bin. 

PDKÎ dixwaze ku bi beşdarkirina xelkê rabûnê çêbike û herçend em di destpêka vê hereketa xwe de ne, lê dîsan me kariye ku hinek guhertina pêk bînin.” 

Hicrî her weha got ku;  yekîtî di navbera neteweyên Îranê de û di nava partiyên Kurd de hebe û bi vî awayî ye ku emê bigihîjin armancên xwe.

Siyaset Haberleri

Li cihê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin komxebatek: ‘Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan’
Bafil Talebanî: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin
Eşîrên Ereb: Yekane garantorê yekîtiya gelê Sûriyeyê HSD ye
Herêma Kurdistanê mazûvaniya 4emîn Konferansa IKAOSê dike
Prof. Bozarslan: Heta hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, pirsgirêk çareser nabe