Hêzên taybet yên norwêcî li Sûriye; di nav wan de jin jî hene?

Hêzên taybet yên norwêcî li Sûriye; di nav wan de jin jî hene?

Parlementoya Norwêcê duh (22.06.2016) "lempa kesk" jibo şandina leşkerên norwêcî jibo Sûriyê vêxist.

Komîteya fereh ya karûbarên berevanî û siyaseta derve di parlementoyê de pêşniyazeka hukumetê di vî warî de pejirand.

Li gor rojname ya norwêcî (VG), 60 lêşkerên taybet ku di nav wan de jin jî hene , dê li bakurê rojhilatê Urdunê bi karê şêwirdan û meşqkirina grupên rikeberiya Sûriyê yên ku şerê DAEŞ dikin rabin. Ev kar niha ji aliyê ekspertên amerîkî ve tê birêvebirin. Tê çaverêkirin ku ev hêz di mehên havînê de bigihêje cihê karê xwe.

Biryara şandina vê hêzê jibo Urdunê berî çend mehan hatiye standin, tiştê nû ewe ku niha ew, eger pêwîst be, dê bikarin derbasî nav xaka Sûriyê jî bibin.

Pêwîste di vê babetê de du tişt bêne diyar kirin: Leşkerên norwêcî jibo Urdunê, ne jibo Sûriyê tên şandin. Tiştê dî ewe ku navê Rojavayê Kurdistanê, ne ji dûr û ne jî ji nêzîk, di vê biryarê de derbas nabe.

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê