Hêzên Sûriyeyê li derdora taxên Kurdan belav bûn

.

 Li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê liv û tevgera hêzên hikûmeta Şamê zêde bûye.

Endamên hêzên Sûriyeyê li derdora her du taxên Kurdan, li ser banên dibistan û nexweşxaneyan û di nav avahiyên vala de bi cih bûne.

Hêzên Asayîşa Giştî yên Hikûmeta Şamê îro bi awayekî berfireh li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê belav bûn.

Endamên hêzên Sûriyeyê navendên giştî yên sivîl ên wekî nexweşxane, dibistan û hinek malan wekî baregehên leşkerî bi kar tînin.

“Ev tevgerên ne asayî ne û xelk dilgiran e”

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), ev belavbûn hêzên Şamê wekî  "tevgerên neasayî û rêbazên tund" bi nav kir.

SOHRê ragihand ku ev rewş di nav xelkê de bûye sedema tirs û dilgiraniyê û ew bi fikar rûdanan dişopînin.

Rewangehê her wiha bi bîr anî ku 11ê Tebaxê jî hêzên Şamê û leşkerên piştevaniyê li heman deverê tevgerên bi vî rengî kiribûn.

SOHRê ew tevger jî wekî "operasyoneke ji bo tirsandina xelkê" bi nav kiribû.

Divê were gotin ku nûnerên hikumeta Şamê û Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqûd û Eşrefiyeyê 1ê Nîsana îsal bi armanca pêkanîna ewlehiya li bajar peymanek îmze kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK