Hêzên Sûriyê êrişî xala çavdêriyê ya Tirkiyê kirin

Hêzên rejîma Sûriyê, li Idlibê êrişî xala çavdêriyê ya Tirkiyê kirin.

Li gor zanyariyan ji firokeyên şer ên rejîma Sûriyê, li nêzikî xala çavdêriyê ya bi hejmara 8 a Artêşa Tirkiyê li navçeya Maaretînuman a li başûr rojhilatê Idlibê bi çekên giran êrişek hat encam dan. Hat zanîn ku di encama wê êrişê de ziyanek çênebûye.


 

Ew xala çavdêriyê ya hêzên Tirkiyê, dikeve bakûrê Xan Şêxûn a ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.


 

Rûsya û Tirkiyê 17ê Îlona 2018an derbarê İdlibê de rêkeftinek saz kiribûn û li gor wê rêkeftinê pêwîst bû deverek bihata avakirin ku hemû grûpên çekdar li gel çekên giran ji wê deverê derketiban. Artêşa Tirkiyê jî di çarçova wê rêkeftinê de li devera Idlibê 12 xalên çavdêriyê ava kiribûn.


 

Lêbelê ev rêkeftin bicî nebûye û Artêşa Sûriyê jî bi hinceta êrişên grûpên çekdar ên li wê herêmê, ev heyameke operasyonan encam dide û bi dorpêçkirina bajarokê Xan Şêxûn ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê jî ket bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê.


 

Ji ber şer û pevçûnên li wê herêmê heta niha zêdetirî milyonek xelkê sivîl berê xwe dane ser sînorê Tirkiyê.

  

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir