Hêzên rejîmê Jîna Muderis Gorcî çalakvana mafê jinan binçavkirin

.

Roja Duşemî 21`ê Xakelêweya 1402`an a Rojî, “Jîna Muderis Goricî” çalakvana mafê jinana xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên serkutker yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.

“Jîna Muderis Gorcî” piştî ku ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatiye binçavkirin bo Navenda îslah û Terbiyeta Sinê veguhastine, navibrî di heyama rojên derbasbûy de pir caran hem bi awayê nivîskî û hem bi pêwendiya telefonî bo dadgeha Şoreşa Sinê hatibû gazîkirin.

“Jîna Muderis Goricî” gotiye ku, navbirî bi rêkxistina girûpên herifîner hatiye tohmetbarkirin û niha çavnhêrî berevaniya parêzerê xwe ye, navbirî berê jî bi kombûn û tebanî li dijî ewlehiya netewî û carekê jî bi propagende li dijî nizamê hatibû tohmetbarkirin.

Hêjayê baskirinê ye ku, di heyamên borî de jî, ev çalakvana mafê jinan ji aliyê îtla`ata Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên serkutker yên rejîmê ve gef jê hatibûn xwarin ku, ger di kombûnên nerizayetî yên bajarê Sinê de beşdar be êdî rûyê rojê nabîne.

Di heyama serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê de “Jîna Muderis Gorcî” hatibû binçavkirin, lê piştî dabînkirina barimteyê azad bibû.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’