Hêzên "Mertalê Feratê" derbasî Babê bûne

Hêzên "Mertalê Feratê" derbasî Babê bûne

Hate ragihandun ku Leşkerê Suriyê yê Azad karî iro (9.12.2016) bi biştavaniya artêşa Tirkiyê derbasî bajarê Babê yê bakurê Suriyê bibe, û çend nexweşxane û cihên giring têde têxe bin kontrola xwe de.

Tora nûçeyan a Aljezîra, li ser zarê hinek "çavkaniyên taybet" ku nexwestin navên wan bete diyarkin ev nûçe piştrastkir, lê serokerkana dewleta tirk, heta vê gavê, tu agahiyeka fermî di vî warî de belav nekiriye.

Di 24 Tebaxa 2016 an de, artêşa tirk û hinek grûpên bi ser Leşkerê Suriyê yê Azad ve dest bi operasyonekê di bin navê "Mertalê Feratê" de li Bakurê Sûriyêr kirin bi aramanca pakkirina van herêma ji DAIŞê, avakirina herêmeka aram jibo bichkirina penaberên Sûrî, û rêgirtina planên PYD jibo avakirina "korîdoreka kurdî" ku kantonên wê li Cizîr û Kobaniyê bi Afrînê ve girêde.

Tirk dibêjin ku operasyona wan û hevalbendên wan li bakurê Sûriyê dê berdewam be heta pakkirina Babê ji DAIŞê û derxistina YPG ji Minbicê.
(E.B)   

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin