Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt

.

Malpera Kolbernews ragihand ku kolberê bi navê Musa Zîbapûr, li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî were hişyarkirin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate gulebarankirin.

Musa Zîbapûr di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû û li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku cenazeyê Musa Zîbapûr, hîna radestî malbatê nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Musa Zîbapûr yê xelkê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê û bavê sê zarokan bû. Musa Zîbapûr di sala 2021an de li sînorê Maşkanî ya ser bi Pîranşarê di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bûbû.

Li gorî bîlançoya Kolbernewsê, di sala borî de herî kêm 57 kolber li navçeyên sînor yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî ku 26 hatine qetilkirin û 31 jî birîndar bûne. Ji vê hejmarê 44 buyer di êrîşa hêzên rejîma Îranê de rû dane

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist