Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê Kolberk kuştin û yek jî birîndar kirin

.

Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Şemî 7ê Pûşperê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê Bajarê Banê li bilindahiyên sînoriya “Avper” a Hewtaşê, bi teqeya rasterast û bê agehdarkirina berê, kolberekî temen 20 salî yê bi navê “Seywan Ebdulazade” yê xelkê gundê Hewttaşê kuştin.

Herwisa wan hêzên hov û dije mirov ên sînorî, hevdem digel kuştina “Seywan Ebdullazade”, kolberekî xelkê gundê “Kêleşîn”ê ser bi bajarê Seqizê yê bi navê “Husên” ku nasnava wî nehatiye zanîn ji birîndar kirine.

Wan hêzên rêjîmê, bê agehdarkirina berê, bi awayê rasterast teqe li wan kolberan kirine û hevdem 10 hespên barhilgir ên kolberan jî bi awayekî hovane, kuştine.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin
Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin