Hêzên hikûmeta Şamê Dêr Hafir bombebaran kir

.

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronekê herêma Dêr Hafirê ya girêdayî kantona Tebqayê bombebaran kir, di êrişê de sivîlek birîndar bû.

Li gorî nûçeya ANHAyê, komên çekdar ên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê gundên Dêr Hafirê bombebaran kirine.

Li gorî nûçeya xwe xwe dispêre fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li eniyên şer, êriş bi rêya dronekê pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de sivîlek li nêzî deriyê Dêr Hafirê di navbera kantona Tebqayê û bajarê Helebê de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Komên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz van demên dawî carinan êrişan pêk tînin.

Herî dawî jî êvara 20ê Îlona 2025an gundê Um Tînayê êrişî sivîlan hatibû kirin û 8 sivîlan canê xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin