Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn

.

Heyeteke PWKyê, bi serokatîya Berpirsê Rêxistina Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û rêvebirên PWKyê Ali Saltik, Cemil Erol û Idris Turgay,

roja 16.08.2025ê, li Almanyayê, beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn

Heyeta PWKyê li ser navê Serokê PWK Rêxistina Ewropayê Merd Baran Boskan mesajek pêrozbayîyê pêşkêşî PDK Liqa 6 Ewropa kir.

Ev jî peyama PWKyê ye:

"Ji bo Liqa 6 Ewropa ya Partîya Demokrata Kurdistanê

Hevalên hêja, Rêvebir, kadro û endamên Partîya Demokrata Kurdistanê(PDK)

Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nûnertîya Ewropayê bi dilgermî salvegera damezrandina 79 salîya PDK ê li rêvebir, kadir û endamên wê pîroz dikim û di xebatên wê de herdem

serkeftin dixwazim.

Ez her weha sersala Serokê Birêz Kek Mesûd Barzanî pîroz dikim jiyanek dirêj û bi xweşîtî hêvî dikim.

PDK di demek hestîyar de, di nav pêvajoya encamên şerê cîhanê duyem de û di avakirina Komara

Kurdistanê de hat damezrandin.

PDK ji wê demê heta roja îro bûye hîmê têkoşîn û berxwedana miletê kurd. Birêz Serok Barzanî ji çêbûnîya

xwe ve di nav vê têkoşîna pîroz de jîyaye. Ew him çavdêr û jîndarê wê têkoşînê ye, him serkêş û rêvebirê

vê têkoşîna pîroz e.

PDK û Serok Barzanî di avakirin û rêvebirina Kurdistana Federal de jî stûna bingehîn bûn û îro jî stûna

bingehîn a dewleta federal in.

Di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Naverast li ber guherînên mezin de ye, fersend û metirsîyên mezin li

pêşîya Kurdistanê û tevgera neteweya kurd hene. Herweha êrîşkarî û dorpêçên nijadperestên ereb û

mêtingehkarên din li ser Kurdistanê domdarin. Vê rewşa hestiyar, erk û barên PDK û Serok Barzanî girantir

û girîngtir dikin.

Em baş dizanin ku di vê rewşa îroyîn de hevkarî û yekrêzîya navmala kurd di her warî de ji her demî

girîngtir e. Em bi bawer in ku di vî warî de erk û barê li ser milên Serok Barzanî ji bona seranserê

Kurdistanê jî pir giran û watedar e.

Em Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK him li Kurdistana Bakur û him di têkilîyên navbera parçeyên

Kurdistanê de li gora derfetên xwe hevkarê dostanî û yekrêzîya navmala kurd in û ji bona pêkanîna erkên

xwe herdem amade ne.

Em dubare salvegera damezrandina PDK û Rojbûyîna Serok Barzanî ji dil û can ve pîroz dikin, silav û

rêzgirtinên xwe pêşkêş dikin.

Bijî yekrêzîya navmala kurd!

Bijî Kurd û Kurdistan! ".

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin
Bafil Talebanî ji PDKê re: Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin