Heyeta PWKyê Li Kopenhagê Seredana KOMKARê Kir

.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar, Berpirsê Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Adnan Axacan roja 29.11.2025ê, li Kopenhagê seredana KOMKARê kirin.

Serokê KOMKAR DANİMARKAyê Zinar Bûdak û rêvebirên KOMKARê pêşwazîya heyeta PWKyê kirin.

Herdu heyetan di derbar^erewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê û herweha di derbarê tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Hevdîtina heyeta PWK û KOMKARê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê