Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo peywendîyên bi hinek partîyên Swêdî û li dar xistina hinek semîneran li Swêdê ye.
Di çerçoweya vê seredanê de, roja 22.10.2025ê, li Parlamentoya Swêdê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Seroka PWK Komîteya Swêdê Seval Mert, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Zinar Soran û endamê Komîteya Swêdê ya PWKyê Tahsîn Aslan li gel nûnerên Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Olle Möller, Johan Büser, Kadir Kasirga û Sanna Eliasson hevdîtinek pêk anîn.
Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê nuha partîya herî mezin a di Parlamentoya Swêdê de ye.
Olle Möller: Parlemanê Meclîsa Swêdê yê Partîya Sosyaldemokrata ye û di Meclîsê de Serokê Tora Swed-Kurdistanê ye.
Johan Büser: Parlamenê Meclîsa Swêdê yê Partîya Sosyaldemokrat ye û berpirsiyarê Komisyona Pêwendîyên Dervî Welêt ya Beşê Rojhilata Navîn e.
Kadir Kasirga: Parlamenê Partîya Sosyaldemokrat yê Meclîsa Swêdê ye û endamê Rêxistina Hevkarî û Ewlekarîya Ewropayê (OSCE PA) ye.
Sanna Eliasson: Cîhgira Sekreterîya Navneteweyî ya Partîya Sosyaldemokrata ye.
Heyeta PWKyê di derbarê çareserîya pirsa kurd û Kurdistane, daxwazên acîl ên miletê Kurd, doza girtinê ya di derbarê PWKyê; li ser rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê agahdarî da û di van waran de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta Dewlet Tirkîyeyê ya ku şerh danîye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û pêwîstîyên wan bi cîh nayne.
Heyeta PWKyê di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya ku nuha li Tirkîyeyê tê meşandin, agahdarî da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê, girîngî û rola gel û Dewleta Swêdê ya di derbarê piştgirîya mafên neteweyî yên miletê Kurd anîn zimên û bal kişand ser wê yekê ku Dewleta Swêdê û dewletên Ewropayê divê bi awakî xurtir piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên miletê Kurd bikin.
Heyeta Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê jî derbarê siyaset û xebatên partîya xwe yên di warê mafên miletê Kurd û pêkanîna demokrasîya li Tirkîyeyê de anî zimên.
Heyeta PWKyê û heyeta Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê girîngî û berdewamîya peywendîyên herdu partîyan anîn zimên.
Civîna heyeta PWKyê û heyeta Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê di atmosfereke samîmî û berhemdar de bi dawî hat.
23.10.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)