Heyeta PWKyê Li Silêmanîyeyê Seredana Ofîsa Peywendîyên Derve Ya YNKyê Kir

.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.01.2026ê li Silêmanîyeyê seredana Ofîsa Ofîsa Peywendîyên Derve Ya YNKyê (Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê) Kir.

Heyeta PWKyê ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PWKyê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PWKyê Temo Ayas pêk hatibû.

Endamê Encumena Serkirdayetî û Berpirsê Peywendîyên Kurdistanîyan yê  YNKyê Salar Serhed Xelîfe Yûnûs û rêvebirên Ofîsa Peywendîyê Derve pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Yek ji damezrenêrên YNKyê, sîyasetmedarê bitecrube Omer Şêxmûs jî beşdarî di vê  hevdîtinê de amade bû.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya heeyta YNKyê kir.

Heyeta YNKyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.

Herdu heyetan di derbarê rewşa giştî ya her çar perçeyên Kurdistanê, Iraq, Tirkîye û Rojhilata Navîn de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Heyetên herdu partîyan girîngî û pêwîstîya peywendîyên berdewam yên herdu partîyan anîn zimên.

Hevdîtina heyetên PWK û YNKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de li dar ke.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan