Heyeta PWKyê Li Qoserê  Seredana Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kir

.

Heyeteke PWKyê ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Bedran Acar, Vahît Aba, Serokê PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Komîteya Birevebir a Nevendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî û rêvebirên PWKyê yên Mêrdînê pêk hatibû, roja 05.07.2026ê, li Qoserê seredana Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kirin.

Li gel heyeta PWKyê, bi serokatîya Mahmûd Remo heyeteke Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê jî seredana Koma Kurmancî kirin.

Li ser navê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Reşo Zilan, Mustafa Aydogan, Mahmut Lewendi, Eyüp Kiran, Kadir Kutavi, li ser navê Weqfa Hemîdê Smaîlaxa Ceng Hemîdê Smaîlaxa pêşewazîya heyeta PWKyê û Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê kirin.

Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li Qoserê ji şeş meha carekê li welatekî yan li cîhekî Kurdistanê civîna xwe li dar dixe. Nuha jî, bi sponsorîya Weqfa Hemîdê Smaîlaxa, li nevçeya Qoserê ya Mêrdînê li otelekê civîna xwe li dar dixe.

Heyeta PWKyê û heyeta Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kir; ji ber vê xebata Koma Kurmancî ya hêja, girîng û birûmet spasîya Koma Kurmancî kir, pîrozbahî li wan kir û serkeftin ji Koma Kurmancî re xwest.

Heyeta Koma Kurmancî jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê û heyeta Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê kir.

Hersê heyetan di derbarê girîngî û pêwîstîya lêxwedîderketin, pêşdebirin û  xebatên ji bo zimanê kurdî de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina heyeta PWKyê, heyeta Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê û Koma Kurmancî di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

05.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Yekîtiya Nivîskaran û Zanîngeha Dihokê li ser Rastnivîsîna Kurmancî hevnêrîn in
PWK: Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurdhatîye kirin şermezar dikin
Mustafa Ozçelîk : Li Rojavayê Kurdistanê konferans pêş ket lê Rêveberiya Xweser, HSD û PYD ew mutabaqat pêk neanîn
Rapora civîna hevpeyvînê ya bi Dilbirîn Şengalî re
Tirkiye Tirkên Ahiska li Bedlîs û Erzinganê bi cih dike