Heyeta PWKyê Li Parlamentoya Danîmarkayê Bi Partîya Çep a Danîmarkayê Re Hevdîtin Pêk Anî

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo peywendîyên bi hinek partîyên Danîmarkî û li dar xistina semînerekê li Danîmarkayê ye.

Di çerçoweya vê seredanê de, roja 26.11.2025ê, li Parlamentoya Danîmarkayê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, Berpirsê Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Adnan Axacan û endama Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Selma Akar bi Berpirsê duyem ê Komîsyona Peywendîyên Derve a Partîya Çep  Christian Friits Bach re hevdîtin pêk anîn.

Partîya Çep jî nuha di Parlamentoya Danîmarkayê de xwedî 24 kursîyan e û şirîkê koalisyona Hikûmeta Danîmarkayê ya nuha ye.

Heyeta PWKyê di derbarê çareserîya pirsa kurd û Kurdistane, daxwazên acîl ên miletê Kurd, doza girtinê ya di derbarê PWKyê; li ser rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê agahdarî da û di van waran de bîr û rayên PWKyê anî zimên.

Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta Dewlet Tirkîyeyê ya ku şerh danîye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û pêwîstîyên wan bi cîh nayne.

Heyeta PWKyê di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya ku nuha li Tirkîyeyê tê meşandin, agahdarî da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.

Heyeta PWKyê, girîngî û rola gel û Dewleta Danîmarkayê ya di derbarê piştgirîya mafên neteweyî yên miletê Kurd anîn zimên û bal kişand ser wê yekê ku Dewleta Danîmarkayê û dewletên Ewropayê divê bi awakî xurtir piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên miletê Kurd bikin.

Nûnerê Partîya Çep jî derbarê siyaset û xebatên partîya xwe yên di warê mafên miletê Kurd û pêkanîna demokrasîya li Tirkîyeyê de anî zimên.  

Nûnerê Partîya Çep girîngî û berdewamîya peywendîyên wan ên li gel PWKyê anîn zimên.

Heyeta PWKyê jî ji bo van hevdîtinan spasîya Partîya Çep kir û girîngiya peywendîyên bi herdu alîyan re anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PWKyê û Partîya Çep di atmosfereke samîmî û berhemdar de bi dawî hat.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike