Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir

.

Heyeteka  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ya ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, roja 21.11.2025ê, li Amedê seredana Teşkîlata Amedê ya PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û rêvebirên navendê û rêvebirîya şaxa Amedê ya PSKyê pêşwazîya heyeta PWKyê kirin.

Di vê seredanê de heyeta PWK û PSKyê di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û pêşhateyên li  Bakurê Kurdistanê , Tirkîyeyê û perçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bîr û rayên xwe anîn zimên.

Herweha heyeta PWK û PSKyê, li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ya ku firsend û rîskan bi hev re di nava xwe de vedihewîne de di derbarê girîngî û pêwîstîya pêkanîna hevkarîya, tifaqa neteweyî, demokratîk de, bîr û rayên xwe bi hev re pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina heyeta PWK û PSKyê di asmosferekê berhemdar û dostane da derbas bû.

21.11.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê