Heyeta PAKê li Wanê Seredana PSKyê kir

.

Roja 20.09.2021ê heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, Berpirsê Komîsyona Ciwanan a PAKê Zafer Kizil, endamê Meclîsa PAKê Husamettin Acar, rêvebirên Teşkîlata Wanê ya PAKê Muzafer Kizil, Bahattin Ayaz pêk hatî, seredana Teşkîlata Wanê ya PSKyê kir.

Serokê Teşkîlata Wanê yê PSKyê Tayip Kizilyildız, endanên Meclîsa PSKyê Mehmet Baydar û Fevzî Kizilyildiz , damezranerê PSKyê İlhan Guneri û rêvebirin PSKyê yên Wanê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê serkeftin ji xebatên PSKyê yên li Wanê xwest.Heyeta PSKyê jî ji ber vê seredanê sipasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê û PSKyê di heqê rewşa Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û sîyaseta dewletên cîhanê û herêmê de, herweha di derbarê pêwîstîya hevkarî û tifaqa neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PSKyê û PAKê di atmosfereke dostane , germ û berhemdar de derbas bû

20.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin