Heyeta Partîya Maf û Azadîyan ( HAK-PAR ) ku ji Serokê Giştî yê HAK-PAR ê Rêzdar Duzgun Kaplan û rêvebirên HAK-PAR ê pêk hatî roja 04.09.2026ê, seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta HAK-PAR ê kirin.
Serokê Giştî yê HAK-PAR ê Rêzdar Duzgun Kaplan ji ber li dar xistina kongreyên Amed û Enqereyê yên PWKyê, pîrozbahîya xwe pêşkêş kirin.Serkeftin ji rêvebirîya nû ya PWKyê re xwest.
Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk jî li ser navê hemû rêvebir û endamên PWKyê bi xêrhatina heyeta HAK-PAR ê kir û ji bo vê seredanê, ji bo beşdarîya Rêzdar Duzgun Kaplan û heyeta HAK-PAR ê spasîya xwe anî zimên.
Herdu heyetan li ser rewşa li her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.
Hevdîtina heyetên HAK-PAR ê û PWKyê di atmosfereke dostane de derbas bû.
06.09.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)