Parlamenterê Kurd ê kotaya Kurdên Feylî li Parlamentoya Îraqê ragihand ku li parêzgeha Wasitê ew herêmên ku Kurdên Feylî lê dijîn, wekî herêmên herî feqîr tên dîtin.
Parlamenter Heyder Elî Feylî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
"Li gorî amarên Birêvebiriya Plansaziyê, heta 1ê Tîrmehê hejmara feqîran li parêzgeha Wasitê gihîşt 25 hezar û 786 welatiyan.
Navçeyên herî feqîr ên li parêzgehê navçeya Bedreyê û nahiyeyên Cesan û Zerbatiyeyê ne ku ev der herêmên Kurdên Feylî ne."
Li gorî amarên fermî, nifûsa parêzgeha Wasitê digihêje milyonek û 645 hezar kesî.
Pêşniyarên ji bo bipêşketina aboriyê
Heyder Elî Feylî li ser rêkarên ji bo baştirkirina aboriya parêzgehê anî ziman:
"Vejandina sektora aboriyê li Wasitê hewceyî nêrîneke giştgir e ku pişta xwe bi piştgiriya veberhênanê, çalakkirina sektorên hilberîner û peydakirina derfetên kar ên rasteqîn ji bo xelkê parêzgehê girê bide."
Heyder Elî Feylî her wiha diyar kir ku ew li ser çend mijaran dixebitin û da zanîn:
"Piştgiriya projeyên veberhênanê yên cidî, rakirina astengiyên li ber veberhêneran, giringîdana sektora çandiniyê wekî yek ji stûnên giring ên aboriya Wasitê ya bi rêya piştgiriya cotkaran, bipêşxistina sektora pîşesaziyê û çalakkirina wan kargehên ku ji kar ketine."
Heyder Elî Feylî destnîşan kir ku gaveke din a pêwîst "piştgiriya projeyên biçûk û navîn û dabînkirina bernameyên rahênanê û fînansekirina ciwanan e ku bêkarî kêm bibe."
Parlamenterê Kurd her wiha xwest ku budceyeke dadperwerane ji bo projeyên xizmetguzariyê were terxankirin û çavdêriyeke hûr hebe ku rê li ber gendelî û îsrafa samana giştî were girtin.