- Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal da zanîn ku Hewlêr û Bexdayê li ser pergala ASYCUDAyê li hev kiriye.
Samî Celal her wiha got, "Li gorî peymanê dê hemû yasa û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan werin girtin."
Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser pergala ASYCUDAyê gihîştine peymanekê.
Samî Celal her wiha anî zimên, "Di bicihanîna pergalê de hemû yasa û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan hatine girtin."
Roja yekşemê tê îmzekirin
Samî Celal got ku dê 12ê Nîsana 2026an li Hewlêrê di navbera her du aliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de civînek bê kirin.
Celal Samî diyar kir ku roja din her du şande dê vegerin Bexdayê û li Encumena Aboriyê ya Îraqê peyman dê bi awayekî dawî were îmzekirin.
Şêwirmendê Wezareta Karên Navxwe Samî Celal ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve serperiştiya karên ASYCUDAyê dike, eşkere kir ku dê Birêvebiriya Giştî ya Gumrikê ya li Herêma Kurdistanê serperiştiya pergala ASYCUDAyê bike.
Yekxistina kar û barên gumrikê
Wezareta Darayiyê ya Îraqê di daxuyaniyekê de da zanîn ku bi serperiştiya Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê, Bexda û Hewlêrê li ser yekxistina kar û barên gumrikê û bicihanîna pergala ASYCUDAyê li hev kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê zimanê Kurdî jî li pergalê were zêdekirin.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, îro Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê serperiştiya civîneke berfireh kiriye.
Civîn ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa peymana bicihanîna pergala elektronî ya gumrikê (ASYCUDA) ya li Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin.
Ev gav wekî bicihanîna rênîşanderiyên Encûmena Wezîran a ji bo Kar û Barên Aboriyê ye ku di civîna roja 6ê Nîsana 2026an de hatibûn dayîn.
Tîmeke neteweyî tê avakirin
Birêvebirê Giştî yê Desteya Giştî ya Gumrika Federal, Birêvebirê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê û alîkarê wî, Şêwirmendê Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Serokê Beşa Teknolojiya Zanyariyan û Birêvebirê Beşa Yasayî ya Desteya Giştî ya Gumrika Federal di civînê de amade bûn.
Her wiha tîma pisporên Rêxistina UNCTADê ya Navneteweyî jî beşdarî civînê bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayiyê ya Îraqê, di civînê de peymanek hatiye kirin da ku tîmeke taybet a ASYCUDAyê ya ji bo Herêma Kurdistanê bê avakirin. Ev tîm dê bibe beşek ji tîma neteweyî ya yekgirtî.
Di civînê de tekezî li ser temamkirina hemû pêdiviyên pergalê yên ji aliyê şirketên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin.
Her wiha ji bo ku kar hêsan bibin, desthilat û berpirsyariyên her du aliyan bi hûrgilî hatine diyarkirin.
Zimanê Kurdî li pergalê tê zêdekirin
Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê biryar da ku "zimanê Kurdî di nava pergalê de hebe û di dema bicihanîna rasteqîn de di formanan de bê pesendkirin."
Ev yek mîna zimanên Erebî û Îngilîzî tê kirin da ku bikaranîna pergalê hêsantir bibe.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, peymanê destpêkirina bernameyeke rahênanê ya giştgîr li xwe girtiye.
Di vê bernameyê de tîma neteweyî dê rahênanê bi wan karmendan bike ku li ser pergalê li Herêma Kurdistanê dixebitin.
Ev yek dê şiyanên teknîkî bi pêş bixe û pîvanên birêvebirina gumrikê li hemû deriyên sînorî bike yek.