Hewlêr: Mafê me ye em bersivê bidin û xwe biparêzin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişa şeva borî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê encama rasterast a nebûna rêkarên tund ên li hemberî encamderên êrişên berê ye.

Wezareta Karên Navxwe got: "Ji bo parastina berjewendiyên ewlehî û aboriyê, di çarçoveya destûr û yasayê de mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku hemû rêkarên pêwîst wergire."

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrişa li ser Kormorê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi êrişên berê yên li ser Kormorê hat kirin û wiha hat gotin:

"Di navbera 15ê Hezîrana 2025an û 25ê Tîrmeha 2025an de, qadên petrolê û dezgehên petrolê, li gel çendîn dezgehên girîng ên li Herêma Kurdistanê, rûbirûyê êrişa dronan bûne û di encamê de ziyanên madî û aborî yên berbiçav gihiştine wan.

Ji bo lêkolînkirina wan êrişên metirsîdar û destnîşankirina encamderan û sizadana wan, Serokwezîrê Federal bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê û bi endamtiya dezgehên ewlehî, îstixbarat û leşkerî yên federal û Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş da.

Komîteya hevbeş dest bi karên xwe kir û 28ê Tîrmeha 2025an serdana Herêma Kurdistanê kir û rêze-civînên meydanî pêk anîn û pişkinîna teknîkî ji bo cihên ku êriş li wan hatine kirin pêkanîn.

Bi pişta xwe girêdana bi encamên pişkinîna teknîkî ya paşmayên dronên ku di van êrişan de hatine bikaranîn, derket holê ku cihê avêtina wan ji deverên di bin desthilata hêzên federal çavkaniyê werdigire ku havsînorê Herêma Kurdistanê ye."

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wisa hat gotin:

"Her wiha dezgehên ewlehî û îstixbaratî yên Herêma Kurdistanê mikurhatinên yasayî yên bi belge yên wan kesan pêşkêş kirin ku eşkere dibe ka ser bi kîjan rêxistinê ve ne.

Tevî temambûna lêkolînan, komîteya bilind a lêkolînê ku bi biryara Serokwezîrê Federal hatibû pêkanîn, li baregeha Şêwirmendiya Ewlehiya Niştimanî civiya û raporta xwe ya dawî amade kir.

Rapor radestî Serokwezîrê Hikûmeta Federal hat kirin da ku rêkarên yasayî li hemberî alî û kesên ku tevlî êrişan bûne bên girtin.

Tevî derbasbûna zêdetirî du mehan di ser pêşkêşkirina raporan re, Hikûmeta Federal ti rêkareke yasayî û ewlehiyê li hemberî tawanbaran wernegirtiye."

"Pêşniyarên berê nehatine bicihanîn"

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di berdewamiyê jî de got:

"Em dixwazin ji bo raya giştî zelal bikin ku di rapora dawî de ku niha li ber destê Serokwezîrê Federal e, bi zelalî ew aliyên ku berpirsyarê êrişên terorîstî ne destnîşan dike ku bi rêya bikaranîna dronan ziyanên berbiçav û metirsîdar gihandine binesaziya enerjiya Herêma Kurdistanê.

Raporê çend pêşniyar li xwe girtine, ya herî diyar pêkanîna civîna Encûmena Ewlehiya Niştimanî bû ji bo gotûbêjkirina raporê û girtinebera rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî aliyê berpirsyar lê heta niha tiştek ji van pêşniyaran nehatiye bicihanîn."

Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Wezareta Navxwe di berdewamiyê jî de wiha got:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku Hikûmeta Federal erkên xwe yên destûrî, yasayî û ewlehiyê bi cih bîne û rêkarên bi lez li hemberî tawanbaran û kesên li pişta wan in wergire da ku em piştrast bin ku kiryar û destdirêjiyên wiha ku gefê li ewlehiya niştimanî û berjewendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî dikin, dûbare nabin.

Herêma Kurdistanê teqez dike ku berdewamiya bêhelwestiyê li hemberî kesên ku tevlî bûne, binpêkirina berpirsyariya destûrî û ewlehiyê ye û ev xemsarî tenê wan rêxistinan teşwîq dike ku kiryarên xwe bidomînin."

"Em dê rêkarên pêwîst wergirin”

Wezareta Karên Navxwe di dawiya daxuyaniya xwe de got:

"Êrişa şeva borî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê encama rasterast a nebûna rêkarên tund ên li hemberî encamderên êrişên berê ye.

Ji ber vê yekê, di çarçoveya destûr û yasayê de, mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku hemû rêkarên pêwîst wergire ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî û ewlehiyê."

Çi qewimî?

Doh êvarî nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin û di encamê de agir bi embareke mezin a qadê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, nêzîkî demjimêr 09:00ê sibeha îro agir bi temamî hat vemirandin.

Ji ber êrişê şandina gazê ji bo wan stasyonan hat rawestandin ku bi gazê kar dikin, ev yek jî bû sedema kêmboûna ji sedî 80ê karebaya Herêma Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Amerîka: Em amade ne piştgiriyê bidin parastina Kormorê
Nêçîrvan Barzanî û ENKS civiyan: Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî pêdiviyek e
PDKyê ji bo yekdengiya Kurdan a li Bexdayê ‘Civîna Lûtkeyê’ pêşniyar kir
Bafil Talebanî: Bersiva me dê tund be
Serok Mesûd Barzanî: Êdî dem hatiye ku gavên cidî bên avêtin