HEWLÊR - Bi dronan êrişî Kampa Azadiyê kirin

.

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku îşev saet 22:40î bi 5 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hatiye kirin.

Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawa Behramî ji Rûdawê re ragihand:

"Yek ji dronan ji aliyê balafira hevpeymanên navneteweyî ve hat teqandin.

Çar dronên din jî li derdora kampê teqiyan lê zerera canî çênebû."

Êrişên li kampên din

27ê Nîsanê jî bi 2 dronan êrişî Kampa Azadiyê hatibû kirin ku kampa jin û zarokên Pêşmergeyên PDKÎyê ye.

Di heman rojê de Kampa Sûrdaşê jî bi 2 dronan hatibû bombebarankirin.

Kampa Sûrdaşê kampa hevbeş a malbatên Pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komelaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

Ji 28ê Sibatê ve bi nêzîkî 735 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

30 ji van dron û mûşekan piştî agirbestê hatine avêtin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir