Hewler: 6 Partîyên Rojhilatê Kurdistanê civîyan

Her 6 partî nirxandina siyasî ya deverê, Îranê û pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê axivîne”.

Li gor Rûdawê, civîna pêncçemêyê ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina hevkarî û hemahengiya navbera wan, qonaxa şerê li dijî DAIŞê û qonaxa piştî DAIŞê, plan û bernameyên wan ên ji bo paşeroja Rojhilatê Kurdistanê û nirxnadina rewşa Rojhilatê Kurdistanê di serdema kabîneya Donald Trump serokê nû yê Amerîkayê de bûye.

Civîn bi beşdariya Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mustafa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat), Mustafa Mewlûdî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komele –Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komonîsta Îranê Îbrahîm Elîzade, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Keibî bi nûneratiya Sekreterê Giştî yê wê partiyê û herwiha Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Xebatê Rêbwar Husêynî bi nûneratiya Sekreterê giştî yê wê partiyê birêve çûye.

Endamê Polîtboruya PDKÎyê Mihemed Nezîf Qadirî, ku bi xwe jî bedşarî civînê bûye, derbarê civîna îro ya 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê de gotîye: “Her 6 partî ji aliyê Enstîtûya MERI ve hatibûn vexwandin û civîna navbera wan ji bo şirove û nirxandina siyasî ya deverê, Îranê û pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû”.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin