”Hewcedarîya yekrêzî û hevkariya navbera hêz û partiyên Kurdistanê heye”

Sekretêrê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê Mistefa Hicrî ji bona Kongreya Partîya Azadîya Kurdistanê ji Serokê wê Mustafa Ozçelîk re peyameka pîrozbayî şand.

Mustafa Hicrî di peyama xwe de dibêje; kongreya we di demekê tê li darxistin ku rojhilata navîn û welatê Kurdan di nav kelejaneka mezin dane û tê texmîn kirin ku guhertinê bilez û micid rê dane. Di demek weha hestiyar û tevlîheviya hevkêşeyên siyasî de, hewcehîya yekrêzî û hevkariya navbera hêz û partiyên Kurdistanê û parastina berjewendiya netewî, ji hemû demekê zêdetir dikeve ser milê hemû alîyan.

Mustafa Hicrî hêvîya serkevtinê bo kar û xebatên partiyê xwestîye û gotîye; ”ew piştrast in ku PAK her wekî ji dema avabûna xwe ve heta niha di pêxema doza netewiye gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê xebat kirîye, di eynî dem de wekî partiyek dost û hevxebat bi Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û tevgera gelê kurd li Rojhelate Kurdistanê ra hewsozî hebûye.”
 

Di dawîya peyama xwe de Hicrî dubare daxwaza serkeftinê ji bo kongireyê kiriye.

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar