Mihemedsalih Qadirî:
Pirsa aloz a navê "Parêzgeha Urmiyeyê yan Azerbaycana Rojava" mijareke nîştimanî ye ku peywendiya wê bi dîrok, nasname, çarenivîs û mafê xwedîtiya her yek ji neteweya Kurd û Azeriyên Tirkziman di wê herêma erdnîgarî de heye û pêwîst e pir bi hûrbînî ligel vê mijarê reftar were kirin. Çimkî nav tenê peyv nîn e, belkî nîşana nasname û xwedîtiyê ye bo vê pirsa hestiyar. Di sed salên borî de hem desthilata navendî li Îranê, hem jî beşek ji elîta siyasî û komên tundrew ên Azeriyên Tirkziman, bêyî berçavgirtina berjewendiya giştî ya welatiyên Azerî di serdema nû de, bi armanca siyasî, dixwazin koka xwe ya Azerîbûnê biguherin bi "Tirk" û hevwext bawer dikin ku divê navê parêzgeha Urmiyeyê jî "Azerbaycana Rojava" be.
Wate du mijarên dijî hev; ji aliyekê ve înkara Azerîbûna xwe dikin, ji aliyê din ve pêdagiriyê li ser navê Azerbaycana Rojava dikin. Di demekê de ku li gorî argumanên zanistî, dîrokî û çespandiyên civakî, navê her neteweyekê bi ax û erdnîgariya wê tê naskirin. Mînak: Kurd-Kurdistan, Tirk-Tirkiye, Ozbek-Ozbekistan, Belûç- Belûçistan, Azerî-Azerbaycan û hwd. Li hember de Kurd bawer dikin ku divê nav "Parêzgeha Urmiye" be. Ji ber ku hem navekî dîrokî ye û hem jî navê "Azerbaycana Rojava" hewldanek e ji bo jêbirina nasnameya Kurd li herêmê. "Azerbaycana Rojava" berhema dewlet-neteweya nû û bîrûbaweriyên yekdestkirinê yên sedsala bîstem e. Ji ber van sedeman, navê "Urmiye" navekî dîrokî û resen e û dikare rastiya pirrengiya herêmê nîşan bide, lê "Azerbaycana Rojava" navekî çêkirî ye ku bi armanca jêbirina wê dîrokê hatiye afirandin.
Paşdevekişîna ji navê "Parêzgeha Urmiyeyê", li hember her aliyekî be, wateya bêagahî û piştguhxistina sermayeya sembolîk a neteweyî ya Kurdan e. Bi pêdagiriya li ser belgeyên dîrokî, navê "Parêzgeha Urmiyeyê" ne tenê hêla sor a nasnameyî ye, belkî hêla sor a bîrdank û bîranîna dîrokî ye jî bo neteweya Kurd. Dema ku rewşenbîrên bihelwest yan serkirdatiya siyasî ya Kurd bergiriya vê hêla sor neke, rasterast dikevin nav siyaseteke ku rê xweş dike ji bo dubare berhemhênana serdestiya gotara aliyê hember û dibin sedema herifîna xwedîtiya neteweyî û dîrokî ya Kurdan li wê deverê. Karesata rastîn li vir e dema ku beşek ji Kurdan bixwe dîroka xwe helawêsin, êdî wê demê aliyê hember pêwîstiya wan bi şêwandina dîrokê namîne. Ji ber vê yekê divê rewşenbîr, aliyên siyasî û civaka sivîl a Kurd di vê rastiyê bigihîjin ku "nav" dawîn çepera bîranîna dîrokî ye; eger wisa nebe, wê demê pirsgirêk ne li cem aliyê hember e, belkî di nava elît û aliyên peywendîdar ên Kurd bi xwe de ye.
Bo mînak: Cudahî di navbera navê "Jîna" û "Mehsa" de tenê cudahiyeke peyvê nîn e, belkî rehendeke kûr a nasnameyî, çandî û serdestiya neteweyî ya Kurd li xwe digire; çimkî eger li şûna "Jîna", "Mehsa" were bikaranîn, hingê Kurd û Kurdistan kêmtir wekî çavkanî û xwediyê resen ê şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" tên dîtin û navendxwazên Pan-Îranîst zêdetir xwe pê didin naskirin. Lewma, eger kesek bi mebest yan ji nezanînê ve, li şûna navê "Jîna", "Mehsa" bi kar bîne, ev tê wateya pejirandina siyaseta kêmrengkirina nasnameya Kurd di vê şoreşê de. Bi berevajî jî, tê wateya redkirina siyaseta talankirina mohra vê şoreşê ji aliyê Farisên pawanxwaz ên navendgera ve.
Ji ber vê yekê, pêdagiriya her aliyekî siyasî yê Kurd yan nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê li ser bikaranîna navê "Azerbaycana Rojava" li şûna "Parêzgeha Urmiyeyê", ew jî bi hinceta tawîza siyasî bo razîkirina Panturkîzma Azerî, rasterast stratejiya hişyariya neteweyî û dîrokî ya Kurdan dixe bin pirsyarê. Ev nêrîna metirsîdar pêwîstî bi pêdaçûnê heye li ser bingeha belgeyên dîrokî, daku ji vê zêdetir çarenivîsa xelk, nasname, pêgeha stratejîk û jeopolîtîk a wê devera Kurdistanî ku di hevkêşeyên herêmê de rola "kûrahiya stratejîk" bo tevahiya Rojhilatê Kurdistanê dilîze, neyê perawîzxistin.
Navê "Azerbaycana Rojava" dahênaneke direngmayî ya dewlet-neteweperestan e, ji ber ku herêma rojavayê gola Urmiyeyê di hemû çavkaniyên klasîk ên Îslamî, Îranî û heta Osmanî de jî, beşek bûye ji cîhana Kurdî yan qet nebe cîranê rasterast ê wê bûye. "Urmiye" navekî dîrokî, erdnîgarî, nehizbî û ne îdeolojîk e. Lê belê "Azerbaycana Rojava" navekî îdeolojîk û jêbir e ku ji aliyê desthilata navendî û komên tundrew ên Azerî li dijî Kurdan hatiye bikaranîn. Lewma paşdevekişîna ji navê Parêzgeha Urmiyeyê tenê rêzgirtin li aliyê hember nîn e, belkî çavmiqandin e ji hebûna rastiya dîrokî ya Kurd û berjewendiyên neteweyî û nîştimanî yên me.
Bi taybetî nabe guherîna demografiya wê herêmê di qirnên navîn de piştî hatina eşîrên Tirk ên Asyaya Navîn (Oxuz û Selçûqî û piştre di serdema Osmanî, Sefewî, Efşarî, Qacar û Reza Şah de) were jibîrkirin ku bi sedan hezar Kurdên niştecihên vê herêmê bi zorê bo Xorasan, Qezwîn, Hemedan û cihên din ên Îranê û derveyî Îranê hatin veguhastin (sirgûnkirin). Bertek û encamên wê koça bi darê zorê û guherîna demografîk a pêkhateya cîwar û sepandina desthilata siyasî li wê herêmê ku nasnameya neteweya "Kurd" tûşî guherîneke bingehîn kir, nayê piştguhxistin. Bi taybetî ev yek ku di proseya çendsed salî ya desthilatdariya Tirkan li wê herêmê de, zimanê beşeke berçav a xelkê bajar û gundên wê deverê ji Kurdî bo Azeriya Tirk hatiye guherîn û niha xwe wek Tirk dibînin. Bi wê halî jî piraniya xelkê vê deverê her wiha nasnameya xwe ya Kurdî parastine.
Pirsgirêka me ne navê "Azerbaycan" e, ji ber ku ew nav ji Atropat-Atropatên bi wateya cihê parastî yê agir, ku peywendî bi ola Zerdeşt û mîrata Kurdan ve heye, hatiye wergirtin. Çimkî agir di wê serdemê de di bîrûbaweriyên olî ya xelkê wê navçeyê de pîrozî û girîngiyeke taybet hebûye. Herwiha Atropat navê serdar û fermanrewayê Madê Biçûk bûye ku di serdema Hexamenişiyan de piştî êrîşa Îskenderê Mekdûnî di 331ê B.Z de bo ser Hexamenişiyan, ligel Îskenderê Mekdûnî li dijî Daryûşê Hexamenişî hevpeymanî girêdaye û piştî şikestina Daryûşê Sêyem karîbû nîvê navçeya Mad li devera "Urmiye" û "Selmas" û "Xoy" û derdora wê herêmê ji destê Hexamenişiyan rizgar bike. Lewma ew nav di tekstên dîrokî de, li gorî vegotina "Strabo û Aryan" û hwd, bo binavkirina erdnîgariya Madê Biçûk hatiye bikaranîn û ji bilî Kurdên Mad, pêkhateyên cuda yên din jî li xwe girtiye. Ne navek ku taybet be bi Tirkan û di serdema nû de rengekî îdeolojîk ê yek-neteweyî bo Tirkan pê were dayîn. Lewma ev qorixkirna neteweyî ya Tirk û Panturkîzm bi vî navî, bûye pirsgirêkeke siyasî ya pawanxwazane.
Wekî ku li jor amaje pê hat dayîn, navê Azerbaycana Rojava navekî derengmayî û nû ye, ne dîrokî. Heta beriya sedsala bîstem û bi taybetî beriya bicihbûna dewlet- neteweya nû li Îranê, tiştek bi navê Azerbaycana Rojava tunebûye. Dabeşkirina Azerbaycanê bi "Rojhilat û Rojava", berhema burokrasiya rejîma Pehlewî ê "Bav û Kur" û nêrîna dewleta navendgera ya nû û piştre jî berhema siyaseta cudakarî ya Komara Îslamî û her wiha siyaseta înkar û pawanxwaziya Azeriyên Panturkîzm li dijî Kurdan e. Ev dabeşkarî hevwext e ligel siyasetên Tirkkirina sembolîk a wê herêmê û çespandina vegotina Azerî-Tirkî bo bakurê rojavayê Îranê.
Li hember de, "Urmiye" navê devereke kevnar e û beriya Îslamê di tekstên Aşûrî, Urartûyî û Madî de hatiye naskirin û di hemû serdemên Îslamî de, navekî navendî bûye bo gol, bajar û navçeyên derdorê. Bi vî awayî "Urmiye" navekî dîrokî, erdnîgarî û wesfî ye; li hember de, "Azerbaycana Rojava" navekî derengmayî, burokratîk û îdeolojîk e ku vê peywendiya dîrokî vedişêre.
Pêşniyar: Çareseriya aqilane ya vê pirsa hestiyar
Bi sûdwergirtina ji ezmûna gelên welatên wek (Tîrola Başûr û Belçîka), baştirîn rêçare pêkhatina komîteyekê ye bo "zindîkirina navên dîrokî" yan pêşniyara fermî ya guherîna navê parêzgehê li ser bingeha belgeyên zanistî, ne tenê wek daxwazeke neteweyî, belkî wek rastkirineke zanistî û nîştimanî. Baştirîn bijarde jî bo wê armancê di serdema nû de vegera bo navê bêalî ye ku xwe di hiştina navê dîrokî û fermî yê "Parêzgeha Urmiyeyê" de dibîne, ku rêçareyek e bo pêkvejiyanê, ne jêbirina yê hember.
Bi sûdwergirtina ji ezmûna gelan bo navçeyeke wek Urmiyê:
Nexşerêya zanistî bo aştî û pêkvejiyanê li gorî wan ezmûnên ku li navçeyên pirnetewe yên cîhanê (wek Afrîka, Balkan û Qefqasya) bi dest hatine, komek rêzikên zanistî û selmandî hene bo binbirkirina tundûtîjiyê û dabînkirina pêkvejiyanê. Armanca van rêkaran jî bidestxistina aştiyeke domdar e, ne serkeftina aliyekî bi ser yê din de. Lewma cîbicîkirina van xalên li xwarê dibin sedema aramî û beşdariya çalak a pêkhateyan di desthilatê de:
Ji ber vê yekê wek nexşerê, sê qonax tên pêşniyarkirin:
Qonaxa yekem:
- Danpêdana fermî ya demildest bi herdu nasnameyên Kurdî û Azerî wek rûyê resen ê bajarên têkel ji Kurd û Azerî li parêzgeha Urmiyeyê, ku di navê tablo, kolan û nivîsarên fermî de diyar be.
- Pêkanîna encûmena hevbeş a şaredariyan bo biryardan li ser pirsên çandî.
- Dayîna desthilata xwerêveberiyê bi pêkhateyan li navçeyên wan bixwe, ligel beşdarbûna di desthilata giştî ya parêzgehê de daku hesta xwedîtiya hevbeş bikin.
- Danpêdanana fermî (xala herî girîng): Peyrewkirina pergala perwerdeya pirzimanî ji bilî zimanê desthilata navendî eger bimîne, (Kurdî + Azerî) li kêleka zimanê Farisî, wek mafekî bingehîn bo nehîştina girjiyan.
Qonaxa duyem: Bo avakirina baweriyê:
- Encamdana projeyên avedaniyê yên hevbeş ku sûda wê bo herdû aliyan be.
- Birêvebirina helkeftên hevbeş wek xala komker (bo mînak Newroz bi hevbeşî were kirin).
- Dûreketin ji gotara tundrew û hilbijartina nûnerên jîr û dûrbîn bo birêvebirina encûmena parêzgeh û bajêr û parastina pêkvebûn û aştiya civakî.
Qonaxa sêyem: Ku demdirêj e, çespandina pergaleke federalî yan diyarkirina rêjeya hevbeşîkirina her yek ji pêkhateyan di birêvebirina parêzgehê de li ser bingeha rêjeya
niştecihan, bi awayekî ku hevsengiya maf û hevbeşiya hemû pêkhateyan tê de parastî be.
Encam:
Avêtina van pêngavan têçûna wê kêm e, lê bandora wê bo aştiya demdirêj yekcar zêde ye. Çimkî beşeke zêde ya pirsgirêkan ji ber siyaseta cudakarî û "perçe bike û serdest be" û tirsandina aliyan ji hev, ji aliyê desthilata navendî û Panturkîzmê ve endazyarî tê kirin. Çimkî pirsgirêka Kurdan ligel welatiyên Azerî nîn e, belkî ligel nerîtên siyasî yên pawanxwaz e ku ji aliyê desthilata navendî û komên Panturkîzmê ve tê peyrewkirin. Vegera bo navê "Parêzgeha Urmiyeyê" qezenca Azeriyan jî tê de ye û dûreketina wan e ji milmilaneya xwîndarî ligel Kurdan. Tevî ku ti pirsgirêkek bi şev û rojekê çareser nabe, lê dîrokê selmandiye înkarkirina nasname û mafê hevdu tenê xwînrijîn, êş û nehametiya zêdetir a aliyên nakok li dû xwe tîne. Lewma baştirîn kilîda çareseriyê bo vê pirsgirêkê ev e ku aliyê "Kurd û Azerî" bi aqilmendî û lojîka siyasî, bi rêya diyalog û rêçareya hevbeş bo misogerkirina pêkvejiyana aştiyane li wê herêmê, "Urmiye" û bajarên têkel ji Kurd û Azerî bikin mînaka herî ciwan a pêkvejiyanê. Eger ev yek hat were kirin, hingê bêguman piraniya girêyan vedibin û êdî neteweyên Kurd û Azerî bi hev re di nava tebayî, seqamgîrî û xweşguzeraniyê de dijîn.