Hevpeymaniya Navneteweyî dem da Şam û HSDyê

.

Çavkaniyekî ji rojnameyeke Libnanî re ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî heta saet 06:00ê dem daye komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku şer rawestînin.

Li gorî çavkaniyê, şer û pevçûn piştî kontrolkirina herêma Tebqayê ku dikeve rojavayê Çemê Feratê, dê rawestin.

Çavkaniyê diyar kir ku artêşa Ereban a Sûriyeyê deverên rojavayê Feratê kontrol kirine.

Ev yek piştî girtina Dêr Hafir, Meskene, Balafirgeha Leşkerî ya Cîrahê û Dibsî Efnanê hat.

Li gorî heman çavkaniyê, artêşa Ereban a Sûriyeyê hevdemî êrişa li herêma Tebqayê, dest bi ketina bajarê Sebxeyê yê Reqayê kiriye.

Ev şer çend demjimêran piştî biryara Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya vekişîna rojhilatê Feratê hat lê belê her du alî rûbirûyî hev bûn.

HSD dibêje ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê "îxanet" li wan kiriye û êrişî wan kiriye.

HSDyê hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî wekî "berpirsyarên" ewlehî û jiyana şervanên dorpêçkirî nîşan dan û xwest ku ewlehiya wan were misogerkirin heta ku digihêjin herêmên Rêveberiya Xweser.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku piştî şerekî giran ê bi HSDyê re Bendava Mensûreyê ya nêzîkî bajarê Reqayê kontrol kiriye.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêş niha "kêmtirî 5 kîlometreyan" dûrî deriyê rojavayê bajarê Reqayê ye.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê kontrolkirina Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê jî ragihand lê HSDyê ev daxuyanî derewandin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin