Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurdî li Fransayê Newroz Pîroz Kir!

.

Roja 21ê Adarê, li Qesra Amounî ya li şaredariya Courgivauxyê ku nêzîkî Parisê ye, cejna Newrozê pîroz kir. Di newroza Hevkariyê de bi sedan Kurdên Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat bi malbatî amade bûn. Cejna Newrozê weke ku adet e, bi rengê pîknîkê, bi xwarin û muzîka kurdî û helbet bi govend û dîlanên kurdî yên cihêren derbas bû.

Taybetmendiyeke balkêş a vê Cejnê jî ew bû ku piraniya beşdaran bi cilûbergên kurdî hatibû û tê de defîleyeke cilûbergên kurdî jî bi alên Kurdistanê ji aliyê Feysel û Gazeng ve pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku amadekarên defîleyê, navê “Meşa Azadîyê” li defîleya xwe kiribûn.

Di defîleyê de mizansenek jî pêk hat ku çend mankenan biqastî xwe kirin xwarê û bi alîkariya xwişk û birayên xwe dîsa rabûn ser piyên xwe û meşiyan. Mesaj ew bû, ku di dema êrîşên li ser Rojava de, Rojavayî bi tenê neman, Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê hatin alîkariya wan.

Çawa ku videoya xortekî Rojavayî li ser medyaya civakî bûbû viral, û şervanê tê de digot « Rojava ne bi tenê ye, Bakur, Rojhilat, Başûr li piştê ye ! » Feysel got, « Ez vê defîleyê diyariyî wî brayê xwe dikim, bijî biratiya Kurdan. »

Piştî agirê Newrozê, kurdên Fransayê cejna xwe bi govendê derbas kirin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir