Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê ya li Fransayê hat bipaşxistin

.

 Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê yê li Fransayê, Kerîm Qemer, ragihand ku hevdîtina plankirî ya di navbera şanda Rêveberiyê û berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, ku diviyabû li Fransayê bihata lidarxistin, hatiye bipaşxistin.

Kerîm Qemer sedemên bipaşxistinê eşkere nekir û diyar kir ku şandeya Rêveberiya Xweser hîna negihîştiye Fransayê.

Ev daxuyanî piştî nûçeyên duh hat, ku medyayê ragihandibû ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê bi şandeyeke Rojavayê Kurdistanê re berê xwe bide Parîsê da ku bi berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike.

Ev hevdîtin bi navbeynkariya Fransayê tê birêvebirin û tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyê, Thomas Barrack jî beşdarî wê bibe.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne