Hevdîtina 3 yem ya navbera Rûsya û Ûkrayna bi dawî bû

.

Hevdîtina sêyem ya navbera Rûsya û Ûkrayna bi dawî bû. Serpereştê heyeta Ûkraynayê ragihand ku hevdîtin 4 siet dewam kiriye weha got:

“Hevdîtin ji bo vekirina korîdorên mirovî be jî hinek pêşdeçûnên wê hene. Lê pêşdeçûneka ku rewşa heyî baş bike, tineye. Terefê Rûsyayê hêvî dike ku mijara korîdor sibê destpêbike. Aliyê Ûkraynayê vê garantiyê daye.”

Kesekî ji heyeta Ûkraynayê mijarê weha ragihand:

“Me, agirbes jî di navde, ji bo pirsgirêk çareser bibin şêwra xwe bi hev kir. Ji bo vekirina korîdorên mirovî pêşdeçûnên erênî hene. Lê pêşdeçûnên rewşa heyî baş bike, pir tineye.”

Serokê heyeta Rûsyayê û cîgirê serokkomarê Rûsyayê Medinskiy jî mijarê weha ragihand:

“Terefê Rûsyayê hêvî dike ku sibê korîdorên mirovî destpêbike. Terefê Ûkraynayê vê garantiyê da. Wê hevdîtinên navbera Rûsya û Ûkrayna dewam bike.”

Ji bo Rûsya şer bi dawî bike, şertên xwe weha ragihand:

-Divê destura Ûkraynayê bi bêterefî bê guhertin.

-Kirim wê weka axa Rûsyayê bê naskirin.

- Wê herêmên Donetsk û Luhanskê weka dewletên serbixwe bên nasîn.

-Wê Ûkrayna ji leşker û sîlihan bê safîkirin.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê