Heta sala 2050î zêdetirî 5 mîlyar mirov wê bi pirsgirêkên avê re rûbirû bimînin

.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di rapora xwe ya dawî de destnîşan kiriye ku li ser mijara rêveberiya çavkaniyên avê divê hevkarî were kirin. Her weha rêxistinê gotiye ku di mijara xwegîhandina çavkaniyên avê de zêdeyî 5 mîlyar mirovî wê heta sala 2050î zehmetiyê bikişîn in.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) di raporekî xwe ya nû de bal kişandiye ser wê yekê ku krîza îklîmê wê bibe sedema krîza avê ya global û heta sala 2050î zêdeyî nîvê serjimêriya cîhanê wê bi pirsgirêkên avê re rûbirû bimînin.

Li gorî rêxistinê di sala 2018an de li tevahiya cîhanê 3 mîlyar 600 mîlyon kes di xwegîhandina çavkaniyên avê de herî kêm di mehekê salê de rastî pirsgirêkan tên. Ev hejmar  heta sala 2050an wê ji 5 mîlyarî derbas bibe.

Li gorî nûçeya BBC tirkî yê WMOyê destnîşan kiriye ku li ser mijara rêveberiya çavkaniyên avê divê hevkarî were kirin. Rêxistinê bang li hukumetan kiriye û jê xwestiye ku divê di polîtikayên avê û îklîmê de bi heman şêweyî tevbigerin.

Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku qeşayiyên ku çavkaniya ava paqij û xwezayî ye dihelin û xwegihandina ava paqij ji bo ewlehiya xorak û tenduristiya mirov grîng e.

Krîza îklîmê wê di COP26ê de were nîqaşkirin

26em Konferansa Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) wê di navbera 31ê Çiriya Pêşiyê û 12 ê Çiriya Paşiyê de li Glasgow, bajarê Sikoçyayê pêk were. Di konferansê de gavên ku li dijî krîza îklîmê bên avêtin wê were niqaşkirin.

COP26, piştî îmzekirina Peymana Îklîmê ya Parîsê ya sala 2015an û vir ve weke grîngtirîn civîna îklîmê tê dîtin.

Kurdistan Haberleri

Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê
Îsraîlê bersivand: Tirkiyeyê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand?