“Heta niha derdora 40 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin”

.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku wan ji destpêka şerê DAIŞê û ta niha derdora 40 hezar çekdar kuştine û tekez kir ku hebûna wan li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ye û ewê her li ser karê xwe bimînin ta ku DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji nav bibin.

Colonêl Wayne Marotto diyar kir ku li Sûriyê û Iraqê wan derdora 8 milyon kes ji tundetujiya DAIŞê rizgar kiriye û niha DAIŞê nikare serê xwe hilde û devereke coxrafî ji xwe re destnîşan bike.

Berdevkê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê Colonêl Wayne Marotto dibêje, “Hêzên hevpeymanan li wir dimîne li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, hêzên hevpeymaniyê jî bi hemahenigyeke nêzîk bi hêzên Iraqê re, operasyonên xwe encam didin, ew 77 welat û 5 rêxistinên navdewletî, ku hevpeyman ji wan pêk tê, hemû pabendin in da ku DAIŞê têk bidin û jinav bibin.”

Wayne Marotto tekez dike, “bi nerîna min jî gelek girîng e, ku ev heyama 5 salin li vir dimînim, ji sala 2015 ve, weke berdevkê hevpeymanan kar dikim, di yekem geşta xwe de, û ta niha zêdeyi 40 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin, DAIŞê rûberekî 110 hezar km çargoşe kontrol kiribû, ji li Mûsil, an Reqa û Felûca û Remadiyê ketin bin kontrola wê di demekê de ye ku ew navçe tûşî ziyanên mirovî û DAIŞê tundetujiyeke mezin dijî mirovan pêk dianî, û ji sala 2019 de, navçe bin destê DAIŞê her ku çû kêm bû.”

Di dewama gotinên xwe de Marotto got, “Hêzên hevpeymaniyê derdora 8 milyon kes rizgar kir, DAIŞ di warê cografê de jinav çûye û gelek serkirdeyên wê û çavkaniyên wê jinav çûne, û niha nikarin çi li Iraqê û çi li Sûriyê deverekê bixin bin destê xwe.”

Rudaw

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin