"Herêma Kurdistanê, tekane stargeha stratejîk a Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn"

.

Di demekê de ku dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyeyê nêzîk dibe, kovara navdar a Amerîkî "Forbes" hişyariyê dide ku Iraq rûbirûyî metrsiyeke mezin a ewlehiyê ye û dibe ku hevsengiya xwe ya stratejîk winda bike.

Li gorî raportên nû, Amerîkayê dest bi gavên pratîkî yên vekişînê kiriye. Di vê çarçoveyê de baregehên "Tinif" û "Şedadî" yên li nava Sûriyeyê tên valakirin û bi hezaran girtiyên DAIŞê ji bo girtîgehên nav Iraqê tên veguhestin. Herwiha biryar e heta Îlona sala 2026’an, vekişîna temamî ya hêzên hevpeymanan ji Iraqê bidawî bibe.

lêkolînera li Enstîtuya New Lines Caroline Rose diyar dike, rêveberiya Trump vekişînê wekî fersendekê dibîne da ku berpirsiyariya ewlehiyê radestî artêşa nû ya Sûriyeyê bike. Di vê çarçoveyê de, rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de wekî "pencereyeke vekirî" ji bo vê armanca Amerîkayê tê dîtin.

Civîna sêalî ya li Munihê di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de, nîşaneya hevkariyeke nû ye ku giranî dide ser ewlehî û veberhênana di sektora neft û gazê de.

Tevî vekişîna ji baregeha "Eyn Esed" û navçeyên din ên Iraqê, pispor pêşbînî nakin ku Amerîka Herêma Kurdistanê bi cih bihêle. lêkolînerê li Enstîtuya New Lines Myles Caggins destnîşan dike ku mayîna Amerîkayê li Kurdistanê xizmeta armancên Washingtonê yên li herêmê dike:
"Kurdistan tenê penageha stratejîk a Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn, bi taybetî di warê enerjî, şêwirmendiya teknolojîk û piştgirîkirina hêzên navxweyî de."

Şirovekarê siyasî Lawk Xafûrî hişyariyê dide ku valahiya piştî Amerîkayê dikare karesatan bîne. Ghafûrî dibêje: "Tora terorîst û çekdarên biyanî yên li Sûriyeyê, mîna bombeyeke demkî ne. Sînorên vekirî yên rojavayê Iraqê û rewşa civakî ya navçeyên Sunne-nişîn, derfetê didin grûpên cîhadî ku careke din xwe birêxistin bikin."

Raport balê dikişîne ser rageşiya navbera Amerîka û Îranê jî. Washington nîgeran e ku eger Nûrî Malîkî bibe serokwezîr, ev yek dê bibe sedema xurtbûna milîsên Şîe û zêdebûna zextan li ser mayîna hêzên Amerîkayê yên li herêmê.

Raport dibêje, vekişîna Amerîkayê ne tenê biryareke leşkerî, lê guhertineke mezin a jeopolîtîk e. Iraq niha di navbera du eniyan de maye: Li aliyekî bandora tam a Îranê û li aliyê din jî metrsiyên terorê. Ev rewş Iraqê di asta stratejîk de lawaztir û bêhtir ber bi tenêbûnê ve dibe.

Siyaset Haberleri

Cotkarên Kerkûkê kom bûn: Heşt meh in em li benda pereyên genimê xwe ne
Rêjîma Îranê bi hêzeke zêde û bi tundûtîjuyek hovane êrîşkirie ser gundê Çinarê
Li Bedlîsê Festîvala Berfê hat lidarxistin
Li Kobanê ji ber ava qirêj nexweşî di nav zarokan de belav dibin
Mezlûm Ebdî: Hêzên me dê tevlî Wezareta Parastinê bibin