Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir

.

 Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Pêncşemê, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku wan li ser êrîşên bi dronan ên li dijî nivîsîngeha Serokwezîr û cihê xwecihbûnê yê Berpirsê Ajansa Parastinê ji Îranê daxwaza ronîkirina fermî û bersiveke qayilker kiriye.

Rêber Ehmed destnîşan kir ku cihê armancgirtî malbat û zarok lê bûn û ev êrîş ji hemû nirxên mirovî dûr e û anî ziman ku ev mijar di serdana berê ya Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf a bo Bexdayê de jî bi hevahengiya hikûmeta navendî ya Iraqê hate gotûbêjkirin.

Rêber Ehmed bal kişand ser vekişîna hêzên hevpeymanan û diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de ti valahiyeke ewlehiyê çênebe û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe parek ji aloziyên herêmî. Ehmed got ku peywendiyên wan ên bi DYAyê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar in.

Herwiha li ser mijara valakirina kampa Mexmûrê û vegera penaberan jî Wezîrê Navxwe ragihand ku ew piştgiriyê didin nîqaşên pêvajoya aştiyê û dixwazin xelkê kampê di demeke nêz de vegere ser axa xwe.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Cano Amedî: Yasaya Çarçoveyî ne bo çareseriya pirsa Kurdan e