Herêma ji dema ku şerê li Îranê dest pê kiriye ve li rastî êrişên bi dronan ên komên çekdar ên nêzîkî Îranê tê.
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku di vê demê de bi zêdetirî 450 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kiriye.
Li gorî agahiyan, tenê ji doh êvarî heta destê sibehê zêdetirî 15 dronan ji aliyê pergalên parastinê yên Hevpeymanan ve li Hewlêrê hatine xistin.
Êrişên dijwar û hûrgiliyên şevê
Li gorî şopandinên Rûdawê, doh êrişan saet 18:00an dest pê kir.
Piştî ku dengekî bilind li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê hat bihîstin, eşkere bû ku dronek ji aliyê pergala parastinê ve hatiye teqandin.
Êrişên dijwar saet 23:00an gurtir bûn.
Dengê çend teqînan li nêzîkî balafirgehê hat bihîstin û di heman demê de li Dihokê jî dengê teqînan hat bihîstin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê ragihand ku êriş bi dronan hatiye kirin û ti ziyanên canî çênebûne.
Piştî saet 23:30î li Soranê jî dengê du teqînên bihêz hat bihîstin.
Şêniyên herêmên Çoman û Hacî Omeranê ji Rûdawê re ragihand ku wan 6 dron dîtine ku ber bi Hewlêr û Soranê ve dihatin.
Teqînên li navçe û bajarokan
Êrişan piştî nîvê şevê jî domand.
Saet 00:10ê dengê 4 teqînan li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hat bihîstin.
Piştî saet 00:00an li Mexmûrê êrişî baregeheke Pêşmergeyan hat kirin û ziyanên canî çênebûn.
Her wiha saet 12:30î li herêma Topizawayê ya Hewlêrê bi 2 dronan êrişî baregeha Rêxistina Xebatê ya Kurdistana Îranê hat kirin.
Di heman saetê de li Qûştepeyê jî 2 dron hatin xistin.
Heta destê sibehê saet 02:30î dengê teqînan li Koyeyê û deverên din dihat bihîstin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand, "Tenê şeva borî û destê sibehê zêdetirî 15 dronan li bajarê Hewlêrê û derdora wê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin."
Sivîl birîndar bûn û zererên madî çêbûn
Çavkaniyeke ji birêvebiriya nahiyeya Rizgariyê (Topizawa) ya navçeya Xebatê ya Hewlêrê ragihand ku ji ber êrişan du xwendekar û polîsek birîndar bûne.
Birînên wan sivik in û piştî tedawiyê şandine malên wan.
Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, parçeyên dronên hatine xistin li navçeya Enkaweyê yê Hewlêrê ketine ser xaniyekî û ziyaneke mezin gihandiye.
Li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dibistan hatin girtin
Ji ber êrişên dijwar ên li Hewlêr, Dihok û Soranê, îro di saziyên perwerdeyê de bêhnvedana fermî hat ragihandin.
Odeya Operasyonan a Hewlêrê ragihand ku ji ber rewşa nexwestî îro dibistan girtî ne.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter û Îdareya Serbixwe ya Soranê jî biryarên wekhev dan.
Her wiha Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir û Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî ragihand ku ji bo parastina silametiya xwendekaran îro li hemû saziyên perwerdeyê bêhnvedan e.
Piştî ku nûçeyên valakirina çend taxên Hewlêrê (Gundê Koreyî, Gundê Spanî, Şarî Mamostayan û hwd.) bi daxwaza Konsulxaneya Amerîkayê belav bûn, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ev nûçe red kirin.
Xoşnaw diyar kir ku ev îdia ne rast in.
Peyama Serok Barzanî: 5 caran êrişî baregeha min kirin
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişan peyamek belav kir û got, "Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan alozî û şerên li herêmê."
Serok Barzanî eşkere kir ku ji destpêka vî şerî ve zêdetirî 450 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan hatiye kirin.
Wî her wiha da zanîn ku di vê demê de 5 caran êrişî baregeha wî jî hatiye kirin.
Serok Barzanî ev êriş wekî "şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin" pênase kir û bangî rayedarên Îraqê kir ku li hemberî van komên derveyî qanûnê tedbîrên cidî wergirin.