Hengaw: Kolberekî kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

.

Komeleya Mafê Mirovan (Hengaw) ragihand, kolberekî kurd bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê, li sînorê Qesra Şirînê hate kuştin.

Hengawê bi daxuyaniyekê ragehand: ‘’Kolberekî xelkê Serpêl Zehaw ê bi navê Şehnam Zahîrî Nijad, duh ji ber guleyên rasterast ên hêzên Supaya Pasdarên Îranê li sînorê Qesra Şirînê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve canê xwe jidest da.’’

Li gorî raporta geheştiye Hengawê, Şehnam Zahîrî Nijad 35 salî ye, zewicî bû û bavê 3 zarokan bûye. 

Hejmarek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a Îranê tên kuştin û birîndarkirin.

Li gorî amarên “Kolbernews”, tenê di sala 2024an de li ser sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, 59 kolber hatine kuştin û 286 kolber jî birîndar bûne.

K24 

Kurdistan Haberleri

Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin
Di Navbera Daxwaza Zanistî û Polemîka Sîyasî de Nîrxandina Kritik Li Ser Berhemê Serkan Acar “Rusya’da Kürdoloji Çalışmaları”