Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc

.

Hemasê bangî Îranê kir û ragihand ku li dijî êrişkariya Amerîka û Îsraîlê “mafê rewa yê parastinê” yê Îranê heye lê xwest ku welatên cîran neyên armancgirtin.

Hemasê îro daxuyaniyeke fermî da.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî mafê Îranê heye ku "bi her awayî" bersiva êrişên li ser xwe bide.

Lê belê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nabe aloziya li herêmê derbasî welatên cîran bibe.

"Têkiliyên biratiyê biparêzin"

Hemasê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên:

"Em bangî birayên xwe yên Îranî dikin ku welatên cîran nekin armanc.

Her wiha em bangî hemû welatên herêmê dikin ku ji bo rawestandina vê êrişkariyê hevkariyê bikin û têkiliyên biratiyê yên di navbera xwe de biparêzin."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir