HELEB - Şerê li taxên Kurdan : Kuştî û birîndar hene

.

Şer û pevçûnên li her du taxên Kurdan  Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didome û li gorî zanyariyan kesekî canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên li derdora taxên Kurdan ên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê şer û pevçûnên bi navber di navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û çekdarên Şamê de berdewam dikin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê êvarî ragihand ku xaleke hevbeş a hêzên wan û Hêzên Ewlehiyê ya Giştî li nêzîkî Çerxerêya Şîhanê ya li derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hatiye.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê birîndar bûn.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser di encama êrişa komên çekdar ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jinekê canê xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHAytê di êrişê jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdiya 45 salî canê xwe ji dest daye.

Navên kesên ku birîndar bûne jî wiha ne:

Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mehmûd Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dicle Osman (34), Ebdurehman Horo (18), Doxan Elo (18), Cemîl Ukaş (22), Mehmûd Eswed (20), Mêrvan Bekir (22), Arif Bîlal (20) û Royar Hebeş(13), Zeyneb Henan (25) û Usama Betîx (30).

Li aliyê din hat zanîn ku ji ber êrişên hinek kes ji taxên xwe koçber bûne.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin