Helbûsî, biryar daye nevegere Îraqê heya Mehemed Elawî neguherin

Mêdyayên Erebî ragehandîne, serokê perlemana Îraqê, derkevtîye derveyê welat û navegere heya Mehemed Tewfîq Elawî spartîyê pêkanîna kabîneya nû bi keseke din nehêt guhertin.

Navenda Nûçeyan - Di demekê de, ku Mehemed Tewfîq Elawî, raspartîyê pêkanînan kabîneya nû ya hikumeta Îraqê, 16 Cî Vî wezîran ji koma 22 wezîran di kabîne ya xwe de, amade kirîye û daxwaz ji perlemanê kirîye, roja 24ê evê mehê bo dengdanê li ser kabêne ya wî bicive, hevpeyamanîya hêzên Sunne, ku ji Mehemed Helbûsî, serokê perlemana Îraqê, serokatîya wê hevpeymanîyê dike,  daxwaz kirîye raspartîyê pêkanîna kabîneya nû, Elawî bi keseke din bihêt guhertin.

Li gor nûçe ya çend mêdyayên erebî, Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê, Îrqê hêlaye û derkevtîye derveyê welat û biryar daye nevegere Îraqê heya Mehemed Elawî nehêt guhertin û kesek din nehêt raspartin bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Îraqê.

 

K24

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê