Hejmareke DAIŞiyên tawanbarên komkujiyên Êzidiyan bi lêborîneke giştî hatine berdan

Fayeq Zêdan: Em destan ji mafên birayên xwe yên Êzidî bernadin.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê dibêje, “Ew tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî welatiyên Êzidî hatine kirin tawanên hovane ne û nabe çi lêborînek ji tawanbaran bigire.” Lê çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, hejmareke DAIŞiyên tawanbar bi ber lêborîneke giştî ketine û hatine berdan.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan di gotarekê de li nav koreke bîranîna jenosîda Êzidiyan li Zanîngeha Amerîkayî ya Bexdayê tekez li ser serweriya qanûnê kir û ragihand, “Kesên ku ew tawanên hovane li dijî birayên me yên Êzidî kirine dê bi çi awayan rizgar nebin. Herwesa got, “Wê tawanê ne tenê wijdana Iraqê lê ya tevahiya cîhanê hejand.”

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê amaje jî da, “Qanûna lêborîna giştî bi çi awayan ji wan DAIŞiyên ku tevlî komkujiya Êzidiyan bûne nagire.”

Çavkaniyekê ji nav kesatiyên Êzidî, ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, li ser darizandina tawanbarên komkujiyên welatiyan Êzidî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan ji aliyê hikûmeta federal ve ji Kurdistan24ê re got, “Heta niha, Iraqê ji bo qerebûkirina qurbaniyên wan komkujiyan ti pêngavên cidî neavêtine û heta hin ji tometbarên wan tawanan jî bi ber lêborîna giştî ketine.”

Li gorî wê çavkaniyê, pêngavên vegerandina jinên Êzîdî yên ku çarenivîsa wan ne diyar e pir sist in û piraniya zanyar û amarên ku hatine pêşkêşkirin jî ne rast in û Hikûmeta Iraqê hîn jî ew tawanên li dijî Êzîdiyan hatine kirin wekî jenosîd nedane nasandin.

Ev di demekê de ye ku, di qanûna hejmar 8 a sala 2021ê de ku girêdayî wan jinan e yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, divê itîraf bi tawanên Êzîdiyan wekî tawanên jenosîdê bê kirin û herwesa Êzidiyan biparêze, herwesa divê zirardîtî jî bên qerebûkirin û bi çi rengan nabe ew DAIŞiyên ku tevlî wê komkujiyê bûne bi ber çi lêborîneke giştî bikevin.

Siyaset Haberleri

Celadê Sedam Hecac Tikrîtî li tawanên dijî Kurdan mikur hat
Pedersen: Hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê gef e
Mezlûm Ebdî û Şêx Murşid Xeznewî civiyan
Mihemed Hesen: Li Efrînê 293 dibistan ji bo sala nû ya xwendinê amade ne
Koalîsyon li Rojavayê Kurdistanê baregehên xwe bihêz dike