Hejmara mirîyên Koronayê 2000 derbas kir

Hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 2012 kesan.

Navenda Nûçeyan - Mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê li Çînê û cîhanê roj bi roj zêde dibin.

Li gorî amarên dawî, ji duhî de herî kêm 132 kesên din li Çînê ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi vî rengî hejmara kesên ku ji ber wê nexweşîyê mirine, gihîştîye 2012 kesan. Şeş kes ji kesên ku mirine, li derveyî Çînê mirine.

Hejmara berkeftîyan jî gihîştîye 75 hezar û 220 kesan. Bi giştî 14 hezar û 710 nexweş jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist