Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî weşanê dike, bi hejmara xwe ya 40î a Îlon-Cotmehê derket. Kovar du mehan carê tê weşandin.
Kovarê di vê hejmara xwe de dosyaya li ser "Ezmûna 'pêvajo'yê ya neteweperestên tirk" amade kiriye û sernavê "Ji 1923'yan heta roja me ji îdîaya 'ji dengê bê kesan heta xurtkirina 'bêkesî'yê" bikar aniye. Di dosyayê de Foti Benlisoy, İsmet Akça, Bariş Avşar û Zafer Yoruk axivîne.
Kurtedemek berê yek ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak miribû. Ji nivîsê vê hejmarê Sezai Sarioglu bi tirkî li ser Emîn Ocak û têkoşîna wê nivîsiye.
Fewzî Bîlge di nivîsa xwe ya bi kurdî de ji bo hemû "Tu"yan nivîsiye.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê Şerif Karataş û Vahdet Sinan ligel zanyarê siyasetê Prof. Dr. Naif Bezwan axivîne. Kurtedemek berê li Hesekê konferanseke li ser Rojava û hemû Sûriyeyê hatine lidarxistin, biryarên girîng hatibûn girtin. Di hevpeyvînê de ev mijar hatiye nirxandin. Prof. Dr. Bezwan dibêje, "Bi konferansa Hesekê re gotin hatin gotin, veger tune ye."
Bulent Ulus jî ligel lêkolîner-nivîskar Erdogan Aydin axiviye. Aydin dibêje, "Komarê ligel maf û azadiyê li hev nekir, civak ber bi paş ve hat dehfdan."
Her weha Recep Maraşli, Şilêr Emrahnijad, M. Emîn Bozarslan, Rûmet Med, Hogir Berbir, Erdogan Aydin, Nevzat Onaran, Hatice Yildiz, Hazar Kar û Elif Kiliç bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Her wiha di vê hejmarê de helbestên Berken Bereh, Uygur Orhan, Cîhan Roj û Reyhan Sarhan hatine weşandin.