HDP û hin partiyên kurdî, protokol îmze kir

Civîna Tifaqa 7 Nûnerên Partiyên Kurdistanî û HDPê, li Diyarbekirê hat saz kirin û protokola Tifaqê hate îmza kirin.

Di civînê de, pêvajoya hilbijartinan hate nirxandin û bang kirin, da ku piştgiriyê bidine wan.

Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Mehmet Emîn Kardaş û Hevseroka HDPê Perwîn Buldan axaftin kirin.

Weke tê zanîn Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T), Hereketa Azadî, Partiya Insan û Azadiyê (PÎA) û Komeleya Şoreşger Demokratîk a Kurd (DDKD) gotibûn emê piştgirîya HDPyê bikin û di bin banê HDPyê de beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist