Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin

.

 Parêzgarê Silêmaniyê Haval Ebubekir derbarê şerê di navbera hêzên ewlehiyê û hêzên Lahûr Şêx Cengî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku şer û pevçûn ti pirsgirêkê çareser nakin û daxwaz ji hemû aliyan kir ku ji bo bidawîkirina vê rewşa nexwestî hevkar bin.

Ji doh êvarê ve, hêzeke zêde ya ewlehiyê çûye nêzîkî Otela Lalezarê ya Silêmaniyê ku cihê mayîna Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye.

Hêzên ewlehiyê ji Lahûr Şêx Cengî xwest ku xwe radest bike û fermana girtina wî hatiye derxistin.

Piştî saet 03:30 xulekan şer dest pê kir û li gorî wan vîdeoyên ku ketine destê Rûdawê, agir û dûxan ji Otela Lalezarê bilind dibin.

Daxuyaniya Haval Ebubekir wisa ye:

“Şer û pevçûn ti pirsgirêkê çareser nakin, tenê pirsgirêkan aloztir dikin û çareseriyan dereng dixin.

Li pêşeroj û niha, me bi berdewamî hewl da ku rewş negihîje vê qonaxa dijwar û nexwestî û me xwest ku hêza mentiq, lihevtêgihiştin û serweriya yasayê bibe bingeha çareserkirina her nakokiyekê lê mixabin, pêşniyar, diyalog û mekanîzmayên aştîxwaz, herî kêm piştgirî wergirtin.

Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku ji bo bidawîanîna vê rewşa nexwestî û her rûbirûbûn û pevçûneke ku aramî, asayîş û seqamgiriya giştî dixe metirsiyê hevkar bin.”

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne