Hasan Ruhanî: Em ê bi Amerîka re Necivin

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku bersîva wan ya bo hevdîtina bi Amerîka re dê her tim neyênî be.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku bersîva wan ya bo hevdîtina bi Amerîka re dê her tim neyênî be.

Ruhanî ser danûstandinên bo peymana navokî da zanîn ku ewê bi Amerîka re necivin.

‘’Gelek caran xwestin ku bi me re bicivin, lê bersîva me her tim neyênî bû’’ Ruhanî got.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf hefteya borî beşdarî Hilcivîna G7 bûbû û ser hevdîtina Washington û Tehranê ji nû ve guman çêbûbûn.

Serok Donald Trump, Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû.

Welatên Ewrupî hewil didin ku Amerîka vegerînin peymana navokî.

Îran li hember toleyên Amerîka dixwaze ku Ewrupî berevanîya wê bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin