Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re civiya.
Ev hevdîtin di demekê de pêk hat ku Amerîka bi tundî Bexdayê hişyar dike û diyar dike ku yasaya nû ya ji bo Heşdî Şebiyê dê Îraqê "bike peyikeke Îranê."
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tenê bi wêneyekî hevdîtina Fîdan û Feyaz a li Enqereyê ragihand û derbarê naveroka civînê de ti agahî parve nekir.
Hişyariya Washingtonê ji bo Bexdayê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser yasaya Heşdî Şebiyê hişyariyeke tund da Bexdayê.
Washingtonê diyar kir ku pêşnûmeyasaya nû ya Heşdî Şebiyê dê welat "bike peyikeke Îranê" û serweriya Îraqê lawaz bike.
Amerîkayê teqez kir ku yasayeke bi vî rengî bi temamî li dijî stratejiya wan a bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê ye.
Pêşnûmeyasaya Heşdî Şebiyê
Pêşnûmeyasaya Heşdî Şebiyê ji 18 madeyan pêk tê. Encumena Wezîran a Îraqê di 25ê Sibata 2025an de ev pêşnûme pesend kiribû.
Li parlamentoyê xwendina yekem û duyem a pêşnûmeyê temam bûye û tenê qonaxa dengdanê wê maye.
Di pêşnûmeyasayê de Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Îraqê tê pênasekirin û bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ve tê girêdan.
Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlil Heqê Qeys Xezelî gotibû ku zextên derve yên ji bo rûxandina Heşdî Şebiyê gihiştine asteke "gelekî xeternak.”
Heşdî Şebî kengî hat avakirin?
Heşdî Şebî, di sala 2014an de piştî derketina DAIŞê bi fetwaya Rêberê Dînî yê Şîeyan Îraqê Elî Sîstanî hat damezrandin.
Budceya rêxistinên girêdayî Heşdî Şebiyê ji bo sala 2024an wekî 4 trîlyon û 500 milyar dînar hatibû diyarkirin.
Li gorî daneyên yasaya budçeyê, hejmara endamên Heşdî Şebiyê 238 hezar û 75 kes e.